پارتی دێموکڕاتیکی گەلان HDP سێهەمین کۆنگرەی خۆی بە بەشداری ٣٢هەزار کەس لە شاری ئانکارای پێتەختی تورکیا بەست و بزووتنەوەی کۆماریخوازانی رۆژهەڵاتی کوردستان لە لایەن ئەو پارتەوە بە فەرمی بانگهێشتی کۆنگرەکە کرابوو.
هەر بۆ ئەم مەبەستەش بزووتنەوەی کۆماریخوازان برووسکەیەکی پیرۆزبایی بۆ کۆنگرەی هەدەپە نارد، کە لە ناوەرۆکی ئەم برووسکەیەدا، وێرای سەرکەوتنی کۆنگرە بۆ ئەندامانی ئەو پارتە، ئاماژە بە رێگاچارەی ئاشتیانە بۆ پرسی گەلان لە تورکیا و ناوچەی رۆژهەڵاتی ناوین کراوە.
دەقی بروسکەی پیرۆزبایی بزووتنەوە بۆ سێهەمین کۆنگرەی هەدەپە بەم شێوەیەی خورەوەیە:
Peyama tevgera komarîxwaz ên Rojhilata Kurdistanê ji bo sêyemîn kongreya HDP'
Têkoşerên Reka azadi û wek hevî û aşti û demokratîka gelan.
Hevalên hêja û birûmet.
Hevserok û Endam û alîgirên partiyê demokratîka gelan ( HDP).
Wekî dizanin rojhelatê navên be rewş û qonaxêka dijwar û alozîyên lê diroka xwe da derbas dibe, em ji veki tevgera komarîxwaz ên rojhelatê Kurdistanê le ser we bawerin ku têne be reka çareseriyeka aştiyane digihîne encamêk, herwesa wi reş dexaze ku ittifaqêk û yekbûnek ji navbera hemu aliyên demokratîk we ji bo çareserkirina persgêr u kirîza gelan le Navçeya rojhelatê navên cêbecê dibe û piştî hengêy ku em digihîjine encamêki baş û be dawî bûna şer û gehiştin be qonaxa demokratîk.
Beşdar bûna sêhêm kongreya HDP'Ê:
Le dawî de careka din Emê pir kêfxweş u geşbîn in û wekî tevgera komarixazên rojhelatê Kurdistanê girêdana sêyemîn Kongreya partiya we piroz dikin u hiviya serkeftin û berve pêşveçûna ji bo we dixwazin.
Şorayên hemahengiya tevgera komarixazên rojhelatê Kurdistanê
10 şibata 2018