فه‌رهه‌نگ‌ و هونه‌ر

2024-11-15-02-43-47 ڕابردوو بەردەوام گرووپگەلێک هەبوون لە کوردستان کە بەشێوەیەک لە شێوەکان پەیڕەویان لە خەباتی چەکداریی کردووە وەک ڕێبازێک بۆ گەیشتن بە مافەکانی کوردستانییان. بەڵام هەر...
2024-11-15-02-37-43ناودەبرێت، بۆ کوردەکانیش هێشتا بابەتێکە کە جێی گومان و پرسیارە؟، بەوپێیەی هەموان سیناریۆکانی پرۆسەی ئاشتی و چارەسەریان لەساڵی ٢٠١٢ بۆ ٢٠١٥ لەپێش چاوە، کەچۆن ئەو...
2024-11-15-02-31-50ئەشكەوتەكەیان ئاگر دەدا و كوردەكان دەبونە قەرەبروت. - توركەكان لە ئەستنبوڵ، لەگەڵ تاكسیە كوردەكان سوار نەدەبون، دەیانوت گڵاونسەردەمی تازەش، ئاردۆگان وتی:من ئەو كوردەم خۆشدەوێت كە لە...
2024-10-30-17-57-54شەفەق....تد) کە جوان بیر دەکەنەوە و لەگەڵ برایەتی گەلانن. دەوڵەت باخچەلی کە ئەو قسەیە دەکات لە بیری چووە کە ئەو سەرۆکی پارتێکی نەژادپەرستە، ساڵانی شەستەکان کاتێک...
2024-10-30-15-49-01محمد الماغوط دەنوسێت: من الغباء أن أدافع عن وطن لا أملك فيه بيتاً. گەمژەییە بەرگریی لە نیشتمانێک بکەم کە ماڵێکم نیە تیایدا. نەبونی چەمکی دەوڵەت لە...

په‌یوه‌ندی راسته‌وخۆ

گه‌ڕان

 

naverûkê bilavûka tevger a komarîxwaxî ya rojhelatê kurdistanê:

 

Helwêsta fermî ya tevger a komarixwaxi a kurdistanê derbarê lihev kirin u hevkariya navbera çen partên kurda ya rojhelatê kurdistanê, digel hin hêzên girêdanê netewe yên îranê a bindestê devleta îranê û opozosîûn a giştî ya îranê

emê tenê li ser bingeha mafê xuya yê pêșeroj, hakimîyata siyasî u netewî ji bo kurdên rojhelatê kurdistanê u beșdar bûna mezin ya siyasî di navendê li hev dikin.

lihev kirin u hevkarî navbera partî yên rojhelatê digel partiyên neteweyên din di nav îranê pir netew u opozosiyûn a giştî, ku mejara bingehîn a diyarî kirina pêşeroja gelan, di esasê ecinda yên siyasî u kar u xebatê meydanî xwe bigre u girîngî be mafê netewî u dîmokratîk yên gelanê îranê bide. her wekî din, zemin a beşdar bûnê gel di deselatê siyasî navend, u herweha xala bingehîn a bi fermî nas kirina serwerî ya siyasî, yanê kakiiyet siyasî, îdarî u netewî, u wekî din erdnigariya wan gelane bi fermî hatibê nas kirin, bi xebateke rast dizane u piştgirî ya wê bike.

tevgera komarîxwazan nexşe rêyekê ji bo wî rewșê u li ser esasê dabîn kirina serwerî ya siyasî di șexsê hikûmeta dêfakto ya lihev hatî u derbas ker u li sorgonê (tebïd), ji bo hemmî aliyên siyasî u raya giștî araste kirîye. ji bo wê jî, ji ber nebûna atmosfêr ya azad u demokratîk di nav xe de, u herwekî din ji ber zolm u zordarî u siyasetê çewisandin ji aliyê hakimiyet, bunyad nana ev hikometê tebïd kirî, wekî baștirîn u bijarde yên serdem ku bikaribe birêve biçe, dizane. her wekî xuyaye, ev hkumeta tebïd kiriye çawa ku dikare niha bixebite, dikare jî wekî nûneratiya pirsa siyasî u netewî ya rojhelatê kurdistanê, di derwe ya welatê bike.

hikûmeta dîfakto ya rojhelat di tebïdê de, dikare di alîyên coda coda weke siyaset, nîzamî u rêveberî, eke çavkaniyeke xwedî sitratejî u gotareke hevgirtî ya neteî, pirsa kurd u hemî berjiwendî yên netewî yên rojhelatê kurdistanê, ji bo derwe u hindirê welat nûneratî bike u biparêze. di varê danûstandin berê xwe bide opozosîûn a giștî u di varê șer u asitîyê berê xwe bide tehranê. her wekî din rêberatî kirina xebatên medenî u goh nedana medenî di hidirê welat, dikare roleka girîng bilîze.

Bi gewde kirina hikûmeta dîfakto ya rjhelatê kurdistanê, di encama beșdar bûna rastarast a hemî partî, ektîvîstên siyasî u bilîmet (noxbe), u herweha kesatî yên siyasî, ayînî, komelge, akadîmîsîen, u her wekî din beșdar bûna ne rastarast çín u tebeqeyên coda a komelgehê rojhelatê kurdistanê bi gewde dibe.

xoyaye di encamê çê bûna hikûmeta dîfakto, kurdê rojhelatê dikare tevî misoger kirina yeketî mala kurd, medîyayê netewî, dîplomasî netewî, hêza pêșmarge ya netewî, parleman a netewî, gewde ya siyasî ya netewî, navenda ser sekinandin a siyasî, tevgerên ferhengî, abûrî, sîstima siyasî ya netewî jî pêș bixîne.

ji bo wê, di șirove yê herî dawî de, dikarin bêjin ku hikûmeta dîfakto, dikare wek çavkanîyeke yekbûyî ya kurd u pergaleke cî bawerî ya xelk, di tebïdê de îdare ya hemî ekolên girêdanê jiyan u çarenivîs a xelkê kurd net bike. xoyaye ew hikûmetê ku basê wî dikin, dûre li armangerayî u di çarçêweya real poletîk d dikare li ser bineha diyar kirinê mafê çarenivîsa xwe yê ku bikaribe bi gewe bibe, piștbestî be hêz u potansîel u îrade ya serwerî netewî ya xwe, li yekêk ji van çar xalane bi gewde bibe:
1. xweserî
2. otonomî
3. federalî
4. serbexoyî
xuyay ev rewșê ku em niha navda jiyan dikin, u herwisa waqiîyeta jiyanî siyasî/civakî, civata siyasî u rewșê siyasî u herwisa gohertin u wegohertin yên navçe u cîhanê, yekek ji çar șiklê erwerî siyasî ji bo kurdê rojhelatê bi.

dest dixîne.

Tevgera Kumarîxwaz a rojhalata kurdistan

28 xezelerê 2718 kurdî
19. 11. 2018

دواین هه‌واڵ

به‌رنامه‌ی کۆماریخوازان