Tevgera Komarîxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê sala nû ya Zayînî û jidayikbûna Hezretî Îsa Mesîh, li hemû Mesîhiyên Kurdistan û cîhanê pîroz dike. Tevger hêvîdar e ku sala nû ya 2022'an bibe sala aştî, aramî û pêkvejiyana aştiyane û tendirustiyê jibo hemû cîhanê û nemaze Kurdistana mezin û Rojhilata Navîn.
Tevgera komarîxwaz ya rojhilatê Kurdistanê Daxwaza ku em vê salê bikin sala têkelî, gotûbêjên aştî, hevpeywendî, lihevkirin û hevkariyên berfireh liser atmosfera nexweş û siyasetên şerxwazane û parçekirinê tercîh bidin.
Tevgera komarîxwaz ya rojhilatê Kurdistanê hêvîdarê ku sala nû jibo hemûyan bibe saleke xweş û nirx, xastek, berjewendî û qanûnên mafên mirovî û azadî û demokrasiyê olan bide û em hemû bi xebat û hewlên berdewam bikarin vê sala bê veguherînin destpêkeka nû ya pêşketinên mezin yên siyasî, netewî û civakî û bihêzkirina yekîtî, piştgirî û hevdengiyê jibo bidestxistina armanc û destkeftên mezin û awarte li çar parçeyên Kurdistan û Rojhilata Navîn.
Em saleke tijî xêr û , manewiyet û dilovaniyê jibo we hêvî dikin.
Bijî aştî, mirovahî û wekhevî
Tevgera Komarîxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê
29ê Kanûna 2021'an