فه‌رهه‌نگ‌ و هونه‌ر

2024-11-15-02-43-47 ڕابردوو بەردەوام گرووپگەلێک هەبوون لە کوردستان کە بەشێوەیەک لە شێوەکان پەیڕەویان لە خەباتی چەکداریی کردووە وەک ڕێبازێک بۆ گەیشتن بە مافەکانی کوردستانییان. بەڵام هەر...
2024-11-15-02-37-43ناودەبرێت، بۆ کوردەکانیش هێشتا بابەتێکە کە جێی گومان و پرسیارە؟، بەوپێیەی هەموان سیناریۆکانی پرۆسەی ئاشتی و چارەسەریان لەساڵی ٢٠١٢ بۆ ٢٠١٥ لەپێش چاوە، کەچۆن ئەو...
2024-11-15-02-31-50ئەشكەوتەكەیان ئاگر دەدا و كوردەكان دەبونە قەرەبروت. - توركەكان لە ئەستنبوڵ، لەگەڵ تاكسیە كوردەكان سوار نەدەبون، دەیانوت گڵاونسەردەمی تازەش، ئاردۆگان وتی:من ئەو كوردەم خۆشدەوێت كە لە...
2024-10-30-17-57-54شەفەق....تد) کە جوان بیر دەکەنەوە و لەگەڵ برایەتی گەلانن. دەوڵەت باخچەلی کە ئەو قسەیە دەکات لە بیری چووە کە ئەو سەرۆکی پارتێکی نەژادپەرستە، ساڵانی شەستەکان کاتێک...
2024-10-30-15-49-01محمد الماغوط دەنوسێت: من الغباء أن أدافع عن وطن لا أملك فيه بيتاً. گەمژەییە بەرگریی لە نیشتمانێک بکەم کە ماڵێکم نیە تیایدا. نەبونی چەمکی دەوڵەت لە...

په‌یوه‌ندی راسته‌وخۆ

گه‌ڕان

 

Ezîm Osmanîyan

Xwendekarê asta PHD ya Bajarsazîyê.

Bajarên cûrbacûr li ser Erdnigarîyê dibişkifin û bi qasî dîrokê mezin û berfireh dibin, tenê ev hevoke dikare alîkariyê bide me ku em bikarin ji mijara nasnameya Bajarên Kurdî fahm bikin. Dema mirov ji berfirehîya Erdnigarîya Kurdan temaşe dike, dibîne ku gelek Bajar û Gundên Kurdî di wê Erdnigarîyê de bicih bûne û dîrokekî çend Hezar salî ew derfet pêkaniye ku Wargeh û Jîngehên Kurdan di formeke herî berza têgihîştinê û bi naverok û bedewîyên taybet çêbibin. Îcar wê demê mirov digihîje kûrahîya çawaniya tesîra Ferheng û Qewm û xalên teybet li ser çêbûna Bajarên derdora Erdnigarîya xwe.
Li vir gotûbêja me bi kurtasî pêdaçûneke dubare li ser mijara nasnameya Bajarên Kurdî ye.

Eger em dirêjahî û berînahiya jîyana Bajarên Kurdî, wekî Dîrok û Erdingarî hesab bikin, kûrahîya wê jî dibe hemû bûyerên mêjûya me ku bi awyekî (aşkera û veşartî) sîng bi sîng û devkî derbazî Kûçe, Kolan û bazarên jiyana me bûye.
Di vê nivîsarê da, mijar li ser wan Bajarên Kurdî ye ku bi awayekî berdewam qewmê Kurd di wan Bajaran de jîya ne û di serdemên dîrokê de jîyana Şaristanîceribandine, her weha peywendiyeke ferhengî-civakî di navbera wan bixwe û di navbera wan û Îraniyan de hebûye.

Famkirina me ji her bûyerekî, girêdayî bi asta pênaseya me ji pêvajoya dîrokîya wê bûyerê ye, Bajarên Kurdî jî, girêdayî vê rêbazê ne.
Dema mirov behsa pêvajoya dîrokê dike, nayê wê wateyê ku di serdemên berê de bimîne, divê ku gofiman derbara serpêhatî û jiyana derbasbûyî bê çekirin, da ku mirov bigihîjîne jîyana xwe ya îro, bi wê şêwazê mirov dikare hêman û xalên girîng kivş bike û di çaxê xwe de wan hêman û nîşanan bi awayekî zanistî dahûrîne.

Ji bo famkirina hêmanên nasnameya Bajarên Kurdî, hindek mercên ku bandûrê dixine ser hêmanên Bajaran, girîng in û divê werin nasîn.
Li vira du hêmanên "Cih û Dem" wekî hêmanên gelemperî û du hêmanên "Aborî-Siyasî" û "Civakî-Ferhengî" tên xuya kirin.
Famkirina alûgoriyên ku di wan hêmana da hatine kirin û aniha jî tên kirin, her wasan nasîn û şirove kirina wan alûgoriyan, dibe sebeb ku mirov gelek destkevtan bi dest bîne û hin caran jî astengî werin pêşiya mirov. Îcar wê demêyê ku Bajar çêdibin, jiyana xwe berdewam dikin û tên guherîn.

Ezîm 2

Dema mirov qala dîroka Avedaniyên Cîhanê dike, gelek kêm Waregehên Şaristanî û jîyana Bajaran henin ku serpêhatiya Herêma navbera Çemê Firat û Dîcleyê ceribandibin, ew Herêma ku li pişt her destaneke wê destaneke din heye.

Bajar wekî sistemeke zindî û aloz e, ku bi destên mirovan hatine çêkirin, ew her mezin dibin û digel mezinbûna xwe, bandûrê ji jayana mirovan werdigirin. Mirov dikare bibêje ku reng û dîmenên bajaran hema rasterast girêdayîn bi bawerî û çawanîya jîyana mirovên wan Bajara e.
Bi vê ferzê, ji bo mirov aşkera dibe ku gelê Kurd jî di bûyer û serdemên dîroka xwe de tûşî wan alûgorîyan bûne û bi reng û forma xwe ya niha derhatine.
Hejmara zêde ya bûyeran, bûye sebeb ku bihûst bi bihûstê xaka Kurdan bibe cihê jîyanê.
Cihê ku sembola gelek serpêhatîyên wekî "Êş û Xweşiyan" , "Rojên xweş û nexweş" , "Jiyan û Mirin" û hwd ye, û bi hezaran salane ku ew bîrwerîyên dîrokî li ser laşê Bajarên Kurdî hatine neqşandin, û bûne sebeba çêbûna ferhengekî rengîn û dewlemend.

Eger mirov bala xwe bide despêka jîyana Kurdan, ew her dem nêzî xwezayê jîya ne, peywendiyên nêzîk digel xwezayê girêdane û wan gelek rêz û hurmet ji bo sirûşta derdora jîyana xwe hebû ye.
Jiyana yekgirtî û şarstanî çi carana nebûye sebeb ku dijminatiya navbera Kurdan û xwezayê çêbibe. Herêma Hewramana Kurdistana Îranê, yek ji nimûneyan e ku avahîyên wê di serdema Têknolojîyê de, hêj wekî serdemên berê bi dar û siwaxê hatine çêkirin. Wekî din ji bo nimûne Pêlavên wan mirovan hêj ji hirîya Bizinan çêdibin û hwd ..

Ji bo ku mirov ji ferheng û nasnameyan fahm bike, divê ferheng û nasname ji du alîyên madî û menevî ve, bi şêwazekî kilasîk werine dabeş kirin.
Desteya yekem ew diyarde ne ku bi çavan tên dîtin û bi her 5 hestên mirovan tên pelandin û lemskirin, wekî hemû avahî û mîmarîyên kevn.
Desteya duyem dîyardeyên çandî ne ku bi çavan nayên dîtin lêbelê wekî hizr, raman, bîrweriyên kevn, destanên qehremana û hêmanên watedar, têkildarî jîyana mirovan dibin û bi alîkarîya alavên wekî hiş û ziman, têne pêş çavan û ji bo her 5 hestên mirovan berdest dibin, wekî (sembolên di wêneyan da, pirtûk û nivîsar, şikl û neva û ...).
Dema em derbara nasnameya Bajaran daxivin, mebest ne ew tiştin ku rû de bi çavan diyarin, mebest ew tiştin ku di cewhera Bajaran de veşartî ne.
Îcar mijara ku em wekî nasnameya Bajaran binav dikin, di rastiya xwe de lêgerîn û hingavkirina sistema Bajarsazî û Avahîsaziyê, di gel şert û mercên çandî-civakî-aboriyên hevwelatiyên Bajaran e.

Bajaran têkildarî digel nasnameya hevwelatiyên xwe hene, bi vî awayî ku Bajar nasnameya xwe ji hevwelatiyan distîne û hevwelatî hebûna xwe ji Bajaran distînin. Mal û Xanû wekî nimûne û endamên herî biçûkên Bajaran in, ku mirovan hesta xwdîtiyê ji bo wan heye, her wesan ew hest derbara tax û bigiştî Bajar da derbasdar e.
Dema mirov ji wêje û mûzîka Kurdî temaşe dike navên Bajaran bi qasî navên Evîn û Evîndariyê dubare dibin, ew yek rasteras nîşana hesta hejpêkirina Kurdan ji Bajaranên wan e.
Ew Bajarên ku hin caran di dîroka xwe de wêran bûne, ji alîyê neyaran ve destdirêjî ji wan Bajaran hatine kirin, niştecihên wan Bajaran hatine koçber kirin, hatine kuştin û hwd .. dîsan ji aliyê kurdan va bêxwedî nemane û hevwelatiyên wan Bajaran ji sedan kîlometr dûrî Bajêr, li ser xaka xwe stirîya ne û awaz jê re xwendine.
Têgihîştinên çandî û xwenasî di nava Bajar û civînan de çêdibin. Naveroka Bajaran bi gelemperî, xebat ji bo azadî û mafê mirovan e. Bajarên Kurdî her dem navenda mafxwazîyê ji bo Kurdan bûne ku hin caran wekî Bajarê Helbçê neku çend kes, belku hemû xelkê Bajar, Şehîdê rêya azadî û mafxwaziyê bûye.

Ezîm 3

Guherînên civakî û sîyasî di navenda Bajaran de çêbûne û jîyaneke hevpar û beranberiya baweriyan her dem hatiye daxwaz kirin.
Ji ber wê yekê ye ku her naverok û hesareke Bajarên Kurdî, xwedî destana hin mirovane ku di nava wan Bajaran de jîya ne.

Nemir Dr. Seyîd Muhsên Hebîbî di pirtûka xwe ya bi navê " Ji Şar heya Şehr" de şirove dike ku çawan mijarên cûrbacûrên Dîrokî-Erdnigarî û xwezayî(Ecology) bandûrê dixin ser jîyana Bajaran.
Dr.S.M.H dibêje koka navê Şehr, "Şar" e ku bi qasî çend hezar salan, ew nav xwedî dîrok e.
Heya îro jî navê "Şar" li ser gelek Bajarên Kurdî ye ku nîşana xweragirîya dîrokîya wan Bajaran e.
Mirov di derfeteke din de dikare amaje bi dehan Bajarên Kurdî yên xwedî dîroka şaristanî bike, wekî Hewlêr û piraniya Bajarên Rojhilata Welatê Turkîyê û Bajarên Rojavayê Welatê Îranê.

Ecology ji koka peyva Ecos a Yûnanî, bi wateya avahî an jîngeha mirovan e.
Ecology heman peywendiya navbera mirovan û xwezayê ye.
Erdnigarî, heman ecology ya zanstî ya jiyana mirovan e, peywendiyeke rastaeras di navbera Bajarên Kurdî û erdnigariya Kurdan de heye.
Bajarên Kurdî girêdayî bi çawaniya erdnigariya xwe û bi şeklên stratêjîk, di cih û serdemên xwe hatine ava kirin, Ku mirov bikare bi awayekî zanstî li ser ecology ya Bajarên Kurdî lêkolînan bike, wê demê bersiva gelek pirsên çawaniya ava bûna wan Bajaran ber çavan ron dibin.
Di mijara zanistîya ecology ya Bajaran da, hêmanên wekû rewşa avûhewayê, bilindahîya Bajaran, rewşa hêşîn bûna giya, mijarên Aborî-Civakî-Dînî û sistema desthilatdariya Bajaran tên dahûrandin, her weha li ser çawaniya kombûna mirovan di herêmên Kurdî de lêkolîn tên kirin.
Fahm û nasîna ecology ya Bajarên Kurdî, rêya lêkolînên zanistî û akadêmîk derbara Bajarsazî û bînakirina avahiyan vedike.
Mixabin ew dahûrandin û lêkolînên zanstî le ser Bajarên Kurdî nehatine kirin û eger hatibin kirin jî, bi awayekî gelek xerîb hatine kirin.
Pêdivîya fahm kirin ji mijara nasnameya Bajaran, nasîn û têgihîştin e, ji ber ku nasîn wekî alava herî serekî û girîn ji bo peyda kirina hêmanên nasnameya Bajaran e.
Mijara nasnameya Kurdan ku pêkhatî ji ferhend û hunera kurdî ya belavbûyî di çar welatên Îran, Turkiye, Sûriye û Îraq ê de ye , bi qasekî girane ku di çend hevokên kurt te nayê şirove kirin.

Ezîm 4

Ji bo mînak em dikarin amaje bi bandûra ferheng û rê û resmên Kurdî li ser Bajaran bikin.
Yek ji wan, Mûzîk û Dîlan û Govendên (helperke bi soranî) Kurdî ne, ku dibine sebeba kombûnên gelemperî û çêbûna navendên bicihanîna wan merasîman.
Cejna Newrozê yek ji wan merasîmane ku wekî hêmaneke nasnameya Kurdî xûya dike.
Mînaka din bandûra bawerîya Îslamê li ser nasnameya Bajarên Kurdî piştî derbasbûna xwe di nav civaka Kurdî de ye.
Ji bo nimûne rewşa bînakirina Mizgewtan di Bajarên Kurdî de, bandûr xistiye li ser çawanîya çêbûna avahîyên Bajarên Kurdî.
Her weha irfan û terîqetên sofîyatiyê di nav Dêr, Kêşîşxane û Xaniqahan de bandûr xistiye ser hêmanên ferhengîyên Bajarên Kurdî.
Di kêlega wan mînakan de, mûzîka Kurdî heye ku pişkek girîng ji nasnameya Bajaran Kurdî ye.
Mûzîka Kurdî bi giştî di hemû herêman de hevpare, lê dema mirov bi hûrgilî li ser disekine, her mûzîkek, bûyer û serpêhatiyên li ser Bajar û avedaniyên taybetên xwe şirove dike.

Bajar bi tena serê navê xwe nikarin wateyê bidim hebûna xwe.
Belku mirovin ku bi kombûnên xwe û jîyan hevpar wateyê didin Bajaran û dibin sebeba pêkhatina gelek kiryarên mirovî-civakî.
Ew karûbarên jîyanê bi wî awayî reng û rûyeke taybet didin Bajaran.

Ji bo kivşkirina dewlemndiya nasnameya Bajarên Kurdî, pêwîstê lêkolînên berfireh li ser peywendiyên mirovan, li ser bîrweriyên dîrokî, li ser kiryar û ferheng û huner û li ser gelek hêmanên nasnameya Kurdî werin kirin.

Îro têfikirînên modern û hizrên tundrevên nûjen, hêmanên nasnameya Qewm û Dînên cûrbacûr wekhev nabînin, ew her kesê bi her ferhengekî, wekhev hesab dikin.
Ew têfikirîn û hizrên nû, bûne sebeb ku nasnameya civakên kevn ber bi wendabûnê ve biçin û çi sazûkar li ser geş kirina nasnameya Bajaran neyên kirin.
Mixabin, mîrata dewlemneda mirovahîyê û hunera Avahîsazî û Bajarsazîya kevin, di jêr metirsîyeke mezin de ye.
Ji bo çareseriyê, divê girîngiya nasîna hêmanên nasnameya Qewm û Dînên kevnar, her dem were dubare kirin û vegotin.

29/12/2021

 

دواین هه‌واڵ

به‌رنامه‌ی کۆماریخوازان